Em Hevgirtina Xwe Ya Bi Gelê Elewî û Jinan Re Diyar Dikin

Sûriye careke din ber bi şerekî bi xwîn û komkujiyeke navbera gelan û mezheban ve tê kaşkirin. Elewiyên Sûriyeyî, bi hefteyan e li herêmên weke Latkiya, Hûmûs û Tartûsê yên li peravên Sûriyeyê rastî heqaretên derveyî mirovahiyê, êşkence û komkujiyan tên. Jinên Elewî rastî her cure zext û destdirêjiya terorîst û çeteyên olperest-mezhebî yên DAÎŞ’ê ku piraniya wan ne Sûriyeyî ne, tên. Em van komkujiyên li hemberî gel û jinên Elewî hat kirin bi tundî şermezar dikin.

DIJMINÊ JINÊ NIKARE SIBEROJEK PÊŞKÊŞÎ GELÊN SURIYEYÊ BIKE

Hêzên navneteweyî hewl didin HTŞ’ê li Şamê rewa bikin û herêmê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji ber vê yekê hemû hêzên navneteweyî li pêşberî ewqas komkujî û zilma dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Ev desthilata paşverû û dijminê jinê ku îradeya gelên Sûriyeyê paşguh dike û li gorî avadaniya wê ya sosyo-çandî tevnagere, bi polîtîkayên xwe yên komkujî û çewisandinê nikare siberojeke bi hêvî pêşkêşî gelên Sûriyeyê bi taybetî jinan bike.

PÊWÎSTE ÎRADEYEKÎ BERFIREH DERKEVE HOLÊ

Hilweşîn, koçberî û zexta ku gelê Sûriyê ev 10 sal in dijî, dihêle ku di vê dema dîrokî de pêwîstiya avakirinek demokratîk derkeve holê. Erdnîgariya Sûriyê ku hemû cudahiyên olî, çandî, mezhebî di nav hev de ne û wekî gelên Ereb-Suryan-Kurd-Durzî-Tirkmen, Sunî-Elewî-Xirîstiyan tê de dijîn zemîna jiyana azad û bi hev re ye. Ji ber gelên Kurd-Ereb-Suryan ev 10 sal in bi hev re di nav aşitiyê de dijîn, nîşan dide ku gengaz e jin di hemû zemînên civakî yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi awayek azad û wekhev tevlî Rêveberiya Xweser dibe. Ev model û danaheva Rêveberiya Xweser radixe berçavan. Êdî pêwîste îrade û hêza çareseriyê ya ji bo bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan, derkeve holê.

EM BI GEL Û JINÊN ELEWÎ RE DI NAV PIŞTGIRIYÊ DE NE

Di vê çarçoveyê de em bang li tevgerên cihanî yên jinan, rewşenbîran, hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî komkujiya Elewiyan bêdeng nemînin. Em bi gel û jinên Elewî re di van piştgiriyê de ne. Di serî de li Sûriyê, li Kurdistan û Tirkiyê divê hemû sazî û dezgehê jinan hestiyar nêz bibin û van êrîşan şermezar bikin.

Di vê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ev komkujî pêwîstiya jinan a rêxistinbûna hevpar û bilindkirina têkoşînê hîn zêdetir derxistiye derve. Berpirs û sedema hemû komkujî, şer û wekhevnebûnê zihniyeta mêrê serdest e. Lewra azadiya jinê û têkoşîna wê panzehîra her cure çanda tundî û serweriyê ye. Di vê çarçoveyê de roja têkoşînê ya jinên Elewî û hemû jinan pîroz dikin.